Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi daxuyaniyekê, biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ya naskirina serxwebûna her du herêmên li rojhilata Ukraynayê şermezar kir.
Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe de, bang li Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir, da ku demildest di derbarê biryara Putin de bicive.
Macron piştî daxuyaniya Putin, li Qesra Elysee civîneke ewlekariyê li dar xist û pişt re bi Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz re ser rewşa dawî axivî.
Qesira Elysee diyar kir, Rûsya “bi naskirina serxwebûna du herêmên li rojhilata Ukrayna, berpirsiyên navneteweyî binpê kiriye û êrîşî serxwerîya Kîevê kiriye.”
Li gor daxuyaniya Qesrê, Macron bang li Civata Elwekariyê ya NY dike ku demildest bicive û daxwaz dike toleyên Ewropa yên dijî Rûsya werin pejirandin.
Kurdistan Haberleri
Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin