M. Malmisanij di warê rastnivîsa kirmanckî de semînerek da

.

Di Roja 08.05.2022an de Momosteyê Kurdî M. Malmisanij li Odeya Hesabdaranê Serbest û Mişawîrên Malî ya Dîyarbekirê di derbarê xwe jinavkirina kirmancan (zazayan) û standardîzasyona kirmanckî de semînerêk pêşkêş kir.

Gelek rewşenvîr, hunermend, niviskar û sîyasetmedarên Kurd beşdarê semînerê bûn û eleqeyêkî mezin li semînerê bibû.

Mamoste Malmisanj bi qasî 2 saetan axifî,  di axaftina xwe de malumatên befireh dan û behsa hin îdîayên xelet yê li ser zimanê Kurdî kir. 

M. Malmisanij got: Ji aliyê entîkî ve navê kirmancan (Zaza)  kird-kirmanc e, tenê em îro nabêjin, gelê me yên kirmanc ji berê ve xwe wiha binav kirine. Lê di demên dawî de hin alî  ji ber ku kirdan ji kurmancan ve cûda bikin, bi qestî “zazacîtîye” dikin. Ev mesele, meseleyekî sîyasî ye. Navên “Zaza û Dimil” navên eşîran in, navê etnîkî nînin. Bi belge û xwe jinavkirina gelê me, ev ispat bûye. Lê ev rastî jî heye, di ev demên dawîyê de peyva “zaza” ne tenê li bajaran li gundan jî  êdî pirtir tê bikaranîn.       
 
Malmisanijî di derbarê rastnivîsa kirmanckî (zazakî) de jî agahî dan, behsa xebata Grûba Xebate ya Vateyî kir û li ser çend nimûneyan bersiv da hin xeletîyên warê rastnivîsê zimanî.

Piştî semînerê, di beşa pirsên mêvanan de Mamoste Malmisanij bi berfirehî cewab da pirsên beşdaran.

Rûpela Nû / Dîyarbekir

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin