Loiseau: Eger ne Pêşmerge bûya me nekarîbû DAIŞê bişkînîn

.

Seroka Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê ku bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye diyar kir: “Eger ne Pêşmerge bûya, me nekarîbû DAIŞê bişkînîn.”

Li gor Seroka Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê Nathalie Loiseau do da zanîn: “Em 2 rojan li Bexdayê bûn û do hatin Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Seroka Parlamentoyê, Wezîrê Pêşmerge û hejmarek ji şêwirmendên Serokê Herêma Kurdistanê civiyan û biryar e ligel berpirsên din û nûnerên civaka sivîl jî bicivin.”

Herwiha Nathalie Loiseau destnîşan kir: “Peyama me ji bo Herêma Kurdistanê, peyama dostaniyê ye. Me bi hev re ziyaneke mezin gihand terorê. Eger ne Pêşmerge, me nekarîbû DAIŞê bişkînîn.”

Seroka Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê herî dawî diyar kir: “Em hatine ji bo peyama xwe ya aştî û dostaniyê bigihînin we (Herêma Kurdistanê), ji ber ku hûn li navçeyeke gelekî hestiyar û girîng in ji bo Ewropayê û em hatine vê dostaniyê bihêztir bikin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle