Lobiyên Kurd, Hind, Yunan û Ermenan li dijî Tirkiyeyê nameyek ji Amerîkayê re şand

.

Lobiyên Kurd, Hind, Yunan û Ermenan ji Komîteyên Derve yên Senato û Meclîsa Nûneran ên Amerîkayê re nameyek şand û daxwaz kir ku balafirên F16 nedin Tirkiyeyê.

Piştî ku Tirkiyeyê endamtiya Swêdê ya NATOyê erê kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden ji nûnerên girîng ên Kongreyê re name şand û daxwaz kir ku firotina balafirên F16 bo Tirkiyeyê were erêkirin.

Li gorî nûçeya Euronewsê, koma bi navê “Hevpeymaniya Na ya Ji Bo Balafirên Şer ên Ji Bo Tirkiyeyê” (#NoJetsForTurkey) ku ji Konseya Rêberiya Yunan Amerîkî (HALC), Dostên Kurdistanê yên Amerîkî (AFK), Komîteya Neteweyî ya Amerîka Ermenî (ANCA), Weqfa Hindû Amerîkî (HAF), Organîzasyona Parastinê ya Xirîstiyanan (IDC) û Foruma Rojhilata Navîn (MEF) nameyek ji Komîteyên Derve yên Senato û Meclîsa Nûneran ên Amerîkayê re name şand û daxwaz kir ku balafirên F16 nedin Tirkiyeyê.

Lobiyên Kurd, Hind, Yunan û Ermenan ji Amerîkayê daxwaz kir balafirên F16 nefiroşin Tirkiyeyê an jî hûrgiliyên firotinê werin kontrolkirin.

Rêxistinên ku name îmze kir, daxwaz ji Amerîkayê kir, “Derbarê çawaniya bikaranîna balafiran û berpirsiyariya Tirkiyeyê mekanîzmeyek were avakirin.”

Di nameyê de hat nivîsandin:

“Veguhastina çekan a ji bo Tirkiyeyê metirsiya me ya derbarê binpêkirina mafên mirovan û egera zêdebûna şer de zêde dike.

Tirkiyeyê berê balafirên F16 ji bo ku li dijî Qerebaxê bi kar bîne dane Azerbaycanê.

Li dijî hevpeymanên me yên Kurd ên li Sûriyeyê bi kar anîn û ji bo binpêkirina qada asmanî ya Yunanistanê û binpêkirina serweriya Yunanistanê bi kar anîn.”

Piştî ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi fermî Kongre agahdar kir divê Senato û Meclîsa Nûneran di nava 15 rojan de erênî yan neyînî biryara xwe bidin.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin