Lijneya lêkolîna êrîşa li Firokexaneya Silêmaniyê serdana cihê bûyerê kir

.

Piştî ku lijneyek ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve bi mebesta lêkolîna li ser mijara ketina xwarê ya mûşekekê li nêzîkî Firokexaneya Silêmaniyê hat pêkanîn, îro wê lijneyê serdana cihê bûyerê kir.

Li gor fermaneke wezarî, ku bi îmzeya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed derçûye, amaje bi biryara civîna Encûmena Wezîran a roja 12ê Nîsanê hatiye kirin, ku li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, lijneyek ji bo lêkolîna bûyera ketina mûşekê li nêzîkî Firokexaneya Silêmaniyê pêk hat, îro wê lijneyê serdana cihê bûyerê kir.

Şêwirmendê Yasayî yê Wezareta Navxwe Samî Celal serokatiya lijneyê dike û bi endamtiya Şêwirmendê Wezareta Navxwe Bemo Umer Arif, Şêwirmendê Wezareta Veguhestin û Gihandinê Hestyar Es'ed Bapîr û ji Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê Eqîd Aso Elî Rehîm, lêkolînê li ser êrîşa Firokexaneya Silêmaniyê dikin.

Roja 7ê Nîsana 2023an, Asayîşa Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ragihandibû ku li nêzî têla Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê teqînek pêk hat û di encamê de ti ziyanên canî çênebûn.

Medyaya Iraqî jî ragihand, bûyera li Firokxaneya Silêmaniyê di encama êrişa dronên Tirkiyê de bû û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî ji hewleke kuştinê rizgar bû.

Destpêkê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red kiribû ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di dema êrîşê de li Silêmaniyê bû, lê piştre vegeriya û di daxuyaniyekê de li wê yekê mikur hat û ragihand, Mezlûm Ebdî di dema êrîşê de li Silêmaniyê bû û bi selametî gihîştiye navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’