Lijneya Ewlehiya Navbera Iraq û Îranê: Baregehên opozîsyona Îranê yên li ser sînor hatine valakirin

.

Lijneya bilind a cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya navbera Iraq û Îranê ragihand, baregehên opozîsyona Îranê yên li ser sînor bi temamî hatine valakirin.

Di daxuyaniyekê de lijneya navborî eşkere kir, bi pabendbûna her yek ji Iraq û Îranê bi xalên nav rêkeftina ewlehiyê û bi rêya hewlên hevbeş ên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê û Lijneya Bilind a Hevbeş a navbera her du welatan, hemû wan baregehên opozîsyona Komara Îslamî ya Îranê bi temamî hatine valakirin, ku dikevin nêzîkî sînorê navbera her du welatan.

Herwiha diyar kir, ew hêzên opozîsyonê ku pêştir li wan baregehan cîgir bûn, bo cihekî dûrî sînor hatine veguhestin û çekên wan jî nemane, da ku wek penaber bimînin û li şûna wan hêzên pasevaniya sînor li wan xalan hatine bicihkirin.

Di daxuyaniyê de behsa wê yekê jî hatiye kirin ku nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî di civînên lijneyê de amade bûye, ku li Hewlêr û Bexdayê birêve çûne û piştevaniya temam ji bo Hikûmeta Iraqê di cîbicîkirina birgeyên rêkeftinê de nîşan daye, tevî serederîkirina ligel wan grûpan bi wî mercî ku pêgeheke wan a sivîl hebe.

Roja 19ê Adara 2023an, Iraq û Îranê di serdana Sekreterê wê demê yê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî de rêkeftineke ewlehiyê ya hevbeş îmze kirin, ku li ser hevahengiya parastina sînorê navbera herdu welatan bû.

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin