Li Zanîngeha Mûşê li ser vekirina pankarta Kurdî alozî derket

.

Endamên ewlekariya zanîngehê di destpêkê de rê nedan ku xwendekar pankartê vekin.Li Zanîngeha Mûş Alparslanê li ser vekirina pankarta Kurdî alozî derket.

Li gorî zanyariyên ku ji xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Alparslan ya Mûşê hatine girtin, xwendekaran di rêwresma derçûyînê ya 23ê Hezîranê de xwestin ku pankarteke ku li ser wê bi kurdî "Şêrîn û xweş e zimanê Kurdî" hatibû nivîsandin vekin.

Xwendekaran ragihand ku endamên ewlekariya zanîngehê di destpêkê de rê nedan ku xwendekar pankartê vekin. Di navbera hêzên ewlekariya zanîngehê û xwendekaran de alozî derket.

Hat diyarkirin ku piştî hevdîtinên bi rêveberiya zanîngehê re, rê hat dayîn ku xwendekar pankartê vekin.

Îsal ji Zanîngeha Alparslan ya Mûşê ji Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî 15 xwendekar derçûn.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle