Li Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê mizgefteke nû hat vekirin

.

 Li Zanîngeha Munzurê ya parêzgeha Dêrsimê a Bakurê Kurdistanê  mizgefta Hezretî Elî hat vekirin ku kursa qûranê ya bo zarokên temenê wan di navbera 4 û 6 salî de jî di nav de ye.

Serokê Karên Olî Ali Erbaş piştî vekirina mizgeftê serdana Cemxaneya Dêrsimê kir û ligel pîrên elewiyan civiya.

Piştî civînê Erbaş derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek da û li ser pirsa statuya hiqûqî ya cemxaneyan jî got ev mijar desthilata wî derbas dike.

Serokê Karên Olî yê Tirkiyê Ali Erbaş dibêje “Ev mijar ne girêdayî me ye. Ev mijareke ku gelek aliyên wê yên berfireh hene û dê di nav demê de bê nirxandin.”

Ligel ku piraniya xelkê parêzgeha Dêrsimê Elewî ne û gelek caran daxwaz kirine lê heta niha bo cemxaneyan ti statuyeke fermî nehatiye dayîn.

Serokê Cemxaneya Dêrsimê Ali Ekber Yurt got “Em herdem daxwazên xwe tînin ziman, lê wek em dixwazin nayê çareserkirin. Me dîsan jê re dubare got, lê wî jî got ew desthilata wî nîne û ewê daxwazên me bo serokkomarê Tirkiyê bibêje û dê hewê bide ku bê çareserkirin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cihê ayinan di asta hiqûqî de wek hev nayên destgirtin û ligel ku Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê di vê mijarê de Tirkiyê sûcdar dîtiye jî ev yek berdewam e.

Herwiha li gor amarên sala 2013ê li seranserê bajêr 117 mizgeft hebûne, lê ji ber ku nehatine bikaranîn beşeke zêde ya wan bi demê ve ji aliyê welatiyan ve weke kadîn û axur hatine bikaranîn.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt