Li Zanîngeha Mêrdînê beşa doktoraya Kurdî tê vekirin

.

Li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ku beşa Ziman û Edebiyata Kurdî lê hatiye vekirin, xwendina doktorayê dest pê dike. Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyê li ser daxwaza mamosteyan biryar daye ku xwendekar dikarin daktorayê li vê zanîngehê bixwînin.

Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê ji sala 2011ê ve beşa Ziman û Edebiyata Kurdî lê hatiye vekirin. Yekem mamosteyên zimanê Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji vê zanîngehê derçûne. Niha ev zanîngeh bêhtir bûye cihê kelecana xwendekarên zimanê Kurdî û akademiya Kurdî.

Herî dawî Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyê li ser daxwaza mamosteyan biryar daye ku xwendekar dikarin daktorayê li vê zanîngehê bixwînin.

Mamosteyê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî, Abdurahman Adak derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got "Ev biryar dê derfetên baştir li pêşiya zimanê Kurdî û akademiya Kurdî veke."

Di demekê ku niha tenê li zanîngehên Amed û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê xwendina doktoraya bi Kurdî heye, bi vê biryarê zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê dibe derfeta sêyem bo xwendekar û akademîsyenên zimanê Kurdî. 

Xwendekar dê bikarin hem bi zaravayê Kurmancî hem jî bi zaravêyê Zazakî yê Kurdî li vê zanîngehê doktorayê bixwînîn.

Ev biryar bi taybet bûye cihê kêfxweşiya xwendekarên mastera Kurdî û hêviyên wan geştir kiriye.

Niha hejmara xwendekarên ku bo doktoroya Kurdî li vê zanîngehê bên wergirtin nediyar e û dê ew hejmar di navbera mehên Temûz û Tebaxê de yekalî bibe. Lê li gor zanyariyên ku Rûdawê ji Zanîngeha Artukluyê bidestxistine, hejmara wan herî kêm 10 kes in û eger heye piştî gotûbêjên di navbera mamosteyên zanîngehê de ew hejmar bo zêdeyî 15 kesan jî bê zêdekirin.

Li gor heman zanyariyan dê herî kêm 3 xwendekarên derveyî welat jî bikarin li vê zanîngehê doktoraya Kurdî bixwînin.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Konferansa Li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in