Li Yûnanistanê qezaya trenê: 32 kes mirin

.

Sibeha îro di encama qezaya trênê de li bakurê Yûnanistanê herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetir ji 85 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Dewletê ya Yûnanîstanê AMNA'yê, îro li bakurê bajarê Larisa li herêma Tempî trena rêwiyan û treneke barhilgir li hev qelibîn.

Berpirsên Berevaniya Sivîl a Yûnanistanê ragihandine, di encama bûyerê de herî kêm 32 kes mirine û 85 kes jî birîndar bûne, ku birîna hinek kesan giran e.

Tîmên tendirustiyê birîndarên bûyerê rakirine nexweşxaneyan.

Piştî qezayê, rêwiyên trenê bi otobusan birin Selanîk, Larîsa û Kateriniyê.

Hatiye ragihandin di trêna IC 62 ya ku ji Atînayê diçû Selanîkê nêzî 350 rêwî hebûne.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê qezayê dewam dikin.

Ji ber qezayê, agir bi beşek ji vagonên trenekê ketibû, lê ji aliyê tîmên agirkuj ve agir hatiye vemirandin.

Kurdistan Haberleri

Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?
Aloziya li Tengava Hurmizê: Îran û Amerîkayê li hev xist
Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir