Li Yemenê di dema belavkirina alîkariyên cejnê de 85 kesan canê xwe ji dest dan

.

Di encama qerebalixiya di dema wergrtina alîkariyên mirovî de li Yemenê, 85 kesan canê xwe ji dest dan û 322 kesên din jî birîndar bûn.

Berpirsekê Emnî yê Husî ragihand, di dema wergrtina alîkariyên ku ji bo cejinê dihatin dabeşkirin de, li Paytexta Yemenê bajarê Senayê qerebalixî çêbû û xelkeke zêde bi ser hev de ket.

Wî bepirsî da zanîn ku  di encamê de 85 kesan canê xwe ji dest dan ku hendeke wan ji ber qerebalixiyê fetinsîn û hendek jî ketin bin dest û pêyan.

Herweha 322 kesên din jî birîndar bûn, rewşa 50 ji birîndaran xirab e.

Alîkariyên ku dihatin dabeşkirin, hinek pere bû ku ji aliyê hin bazirganan ve hatiye dabînkirin.

Yemen ji sala 2014ê ve di şerekê navxwe yê tûnd de ye ku Îran piştgiriyê dide aliyekî û Erebistanê Siûdiye jî piştgiriya aliyê din dike,

Herwiha ji ber wî şerê navxwe rêjeya hejariyê li wî welatî gelek bilind bûye.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’