Li Weqfa Beşikçiyî wê gotûbêjek li ser “Mîrnameya Hekarîyan” pêk bê

.

M. Xalid Sadînî wê li Amedê behsa pirtûka bi navê “Mîrnameya Hekarîyan” bike.

Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî ya Amedê wê derbarê pirtûka bi navê "Mîrnameya Hekarîyan" bernameyek pêk bê.

Bername wê 7ê Çiriya Pêşiyê, saet di 17.00ê de li avahiya Weqfê li dar bikeve.

Amadekarê pirtûkê M. Xalid Sadînî wê bi moderatoriya Nezîrê Ciboyî behsa pirtûkê bike. Paşê jî wê ji bo beşdaran, pirtûkê îmze bike.

Zimanê gotûbêjê bi kurdî ye.

Derbarê M. Xalid Sadîniyî de

Nivîskar, lêkolîner û weşanger e. Bi eslê xwe ji Colemêrgê ye. Wî li Fakulteya Vekirî ya Zanîngeha Anadoluyê beşa Sosyolojiyê xwendiyê û piştre jî li Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê, di beşa Çand û Zimanê Kurdî de lîsansa bilind temam kiriye. Dîwana Feqiyê Teyran, Hemû Berhemên Mela Huseynê Bateyî, Mîrnameya Hekarîyan jî di nav de bi qasî 20 pirtûkên wî çap û belav bûne. Niha berpirsê  weşanxaneyên Peywend û Loryayê ye û yek ji endamên lîjneya rêveberiyê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkciyî ye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin