Li welatekî xerîb daxwaza fêrbûna ziman

.

Îro 04,06.23 Bi pêşengîya Jiyan.dk û piştgirîya Federasyona Komelên Kurdî li Danîmarka bi beşdarîya 90 şagirtan kursên zimanê kurdî destpê kir.

Îro, di naverasta nîvro de ji 90 kesî zêdetir xort û zarok û mamosteyên xwe ve li dibistana ku dê lê bixwînin hatin bahev.

Di destpêkê de serokê Federasyonê Ednan Axacan û berpirsê Jiyan.dk Deniz Berxwedan Serince bixêrhatina şagirtan kirin û di derbarê pêdaçûna kursê axifin.

Şagirt li gor emrên xwe li sê polan (kurman û Soranî) cîhê xwe girtin. Mamosteyên wan li polên xwe pêşî bi hevnasîyê dest bi perwerdeyê kirin.

Cîyê dilxweşîyê ew bû ku ji seranserê (Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava) Kurdistan li ba hev bûn.

Helbet eva ne cara yekeme ku li Kopenhagina paytexta Damîmarkayê kursên bi rengî hatine pêkhanînê. Cîyê şahnazîyê ye ev car ji seranserê Kurdistanî û bi hêjmarekî zêde destpê kir.

Dîsa, Cîyê mixabinîyê ye ku ji ber ne peydakirina mamosteyê Zazakî/Kirdkî yê nehat destpêkirinê. Daxwaz û hewl heye ku mamosteyekî were peyda kirinê û ew beş jî dest bi perwerdeyê bike.

Rûpela Nû/Danîmarka

04.06.2023

 

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê: Em tevlî dan û standinên li Parîsê nabin
Ermenistan û Azerbeycanê bi navbeynkariya Trump peymaneke aştiyê îmze kir
‘VÎYAN û WELAT’ - Dema roman trajediya Enfalê dike destaneke evîn û berxwedanê
Îlham Ehmed: Sûriyeya nû bêyî beşdariya pêkhateyan ava nabe
Dr. Murşid Xeznewî: Divê hêzên Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina welatiyan amade bin