Li Washingtonê rewşa Sûriyê hat gotûbêjkirin

.

 Piştî civîna Washington derbarê rewşa Sûriyê de, nûnerên 11 welatan û komkara Erebî û şanderê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Li Washington, nûnerên welatên beşdarî civîna derbarê bandora Şerê Rûsya - Ukrayna li ser rewşa Sûriyê daxuyaneke hevbeş belev kirin. Nûnerên 11 welatan û komkara Erebî û şanderê taybet ê Neteweyên yekbûyî bo Sûriyê, tekezî li ser çend xalan derbarê rewşa Sûriyê de kirin.

Di daxuyaniya civîna Washingtonê de tekezî li van xalan hat kirin:

  • Berdewamiya hewlên çareseriya siyasî li gorî biryara 2254
  • Tekezî li ser aqgirbestê li ser asta niştimanî
  • Girîngiya gihandina alîkariyên mirovî bê astengî
  • Pabendbûn bi şerê terorê bi hemû şêweyên wê
  • Piştevaniya plana Pedersen gavek vi gavekê
  • Fişar ji bo azadkirina girtiyan
  • Fişar ji bo lêpirsîn derbarê taweanên ku hatine kirin
  • Piştevaniya koçber û penaberan ji bo vegera ewle

Derbarê ihtîmala guhertina helwesta Amerîka û hevpeymanên wê li hemberî Sûriyê piştî şerê Rûsya û Ukaryna, Dr. Mihemed Şakir, Akademisyan û lêkolerê Sûrî, ji Rûdawê re got, dibe ku hevtêgihiştinên nû derbarê Sûriyê de bên kirin.

Lêkoler Dr. Mihemed Şakir got: “Derbarê bandor û karîgeriyêa li ser rewşa Sûriyê, ez bawer nakim ku kirîza Sûriyê xwedî girîngî yan pêşdestî be di kirîzekê de ku aniha hewl dide xêzên cudaker di navbera rojhilat û rojava de nîgar bike. Tu kes nikar texmîn bike ku derancamên wê li ser rewşa Sûriyê texmîn bike, heta ku aliyek ji wan bi ser bikeve, dibe ku hevtêgihiştin li ser navçeyên nifûz hebin, ku dibe di berjewendiya Amerîka yan jî Rûsya dibe. Kirîza Sûriyê nîgarkirî ye, lê hevtêgihiştin pir ji Sûriyê mezintir hene.”

Civîna Washington derbarê Sûriyê de, li ser daxwaza Amerîka bû. Di civînê de, berpirsê dosyeya Sûriyê û cîgirê alîkarê Wezîrê derve yê Amerîka, Ethan Goldrich nûneratiya welatê xwe kiribû.

Goldrich ligel şanderên welatên hevpeyman, bandadora şerê Rûsya û Ukrayna li ser xaka Sûriyê gotûbêj kir.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle