Înîsiyatîfa Cîhanî ya Kurd li Zanîngeha Amerîkî ya li Washingtonê panelek li ser pêşeroja Kurdên Sûriyeyê li dar xist. Di panelê de hejmarek pisporên Rojhilata Navîn û şirovekarên siyasî beşdar bûn û bal kişandin ser guhertinên dawî yên li herêmê.
Yek ji mijarên sereke yên panelê, pêwendiya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê bû. Şirovekar Dilşad Osman diyar kir ku qonaxa leşkerî ya şerê li dijî DAÎŞê bi dawî bûye û got:
"Divê em niha derbasî qonaxa diyaloga siyasî bibin û Kurd bibin beşek ji hikûmeta Sûriyeyê. Ev yek ji bo aramiya herêmê gaveke girîng û pozîtîf e."
Pispora karûbarên Rojhilata Navîn, Elîza Markoz bal kişand ser dîplomasiya Kurdan a li ser asta navneteweyî. Markoz got ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê hatibûn qebûlkirin û ligel senatorên Amerîkî hevdîtin pêk anîbûn. Markoz got: "Ev pêngaveke girîng e, lê divê em bizanibin ku ev pêvajoyek hêdî ye û guhertinên li Rojavayê Kurdistanê bi şev û rojekê bi dawî nabin."
Mamosteyê Zanîngeha Amerîkî Gregory Aftandilian bal kişand ser hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê û metirsiya DAÎŞê. Aftandilian destnîşan kir ku tevî ku DAIŞ di warê erdî de têk çûye jî, hîn şaneyên wan ên razayî hene û got: "Amerîka bi rêya êrîşên asmanî zextê li ser bermayiyên DAÎŞê berdewam dike da ku ev kom careke din serî hilanede. Hebûna Amerîkayê li baregeha Tenefê û piştgiriya ji bo Kurdan peyameke zelal e ji bo Şamê."
Beşdarên panelê li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku naskirina nasnameya Kurdî û statuya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê civaka navneteweyî ve, Şamê neçar dike ku pirsa Kurdî bi cidî werbigire. Hat destnîşankirin ku piştgiriya Washingtonê ya ji bo Kurdan wekî stratejiyeke demdirêj berdewam dike.
(K24)