Li Wanê taxek hat kerentînekirin

Taxeke sînorê navçeya Elbakê li Wana Bakurê Kurdistanê hatîye kerentînekirin û li Parêzgeha Xarpêtê jî 9 kesên ku bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) ketibûn, baş bûne.

Navenda Nûçeyan - Parêzgarê Wanê di daxuyanîyekê de ragihand, ku biştî pişkinîna kesekî li sînorê bajarokê Elbakê pozîtîv bûye, wan biryara keretîna wê taxê daye, ya ku ew tê de niştecîye.

Ew kesê bi vîrusa koronayê ketîye berî niha ji Stenbolê çûye wê navçeyê û têkelî bi hejmareke zêde ya xelkî wê taxê re hebûye.

Hêzên ewlekarîyê ew tax konrtol kirin, û di dema 48 demjimêran de, dê pişkinîn bo hejmareke niştecîyên wê taxê were kirin.

Ji alîyekê din ve, walîtîya parêzgeha Xarpêtê ragihand, ku 9 kesên ku bi vîrusa koronayê ketibûn, başbûn û ji nexweşxaneyê hatin derxistin, û ji bo malên wan hatin şandin.

Siyaset Haberleri

Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin
Welatiyên Qamişlo li dijî buhabûn û nebûna xizmetguzariyan daketin kolanan
Serokwezîrê Brîtanyayê dev ji karê xwe berda
Xalid Ezîzî: Di Rêkeftina Amerîka û Îranê de xelk Nehatiye Berçavgirtin