Li Wanê li ser Melayê Cizîrî sempozyûmek hat lidarxistin

.

 Li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Enstîtuya Zimanên Zindî dest bi 4emîn Sempozyûma Kurdiyatê kiriye û mijara vê carê Melayê Cizîrî û Mîrata wî ye.

Sempozyûm bi piştgiriya Şaredariya Artemêtê û li Navenda Çandê ya Prof. Dr. Cengiz Andiç tê lidarxistin. Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Hamdullah Şevli di gotara destpêka sempozyûmê de behsa karûbarê Enstîtuya Zimanên Zindî û di nav de jî çalakiyên xwendekarên zimanê Kurdî kir.

Şaredarê Artemêtê Îsmaîl Say jî gotiye ew dê di vê sempozyûmê de behsa Melayê Cizîrî bikin ku şairê eşqa îlahî ye û gotiye eşq beriya temamê gerdûnê hebû ye.

Şêwirmenda Serokomarê Tirkiyê Gulşen Orhan jî gotiye, cihê xemgîniyê ye ku şair, zanyar û nivîskarên weke Melayê Cizîrî bi başî nayêne naskirin û spasiya mamosteyên zanîngehê kiriye.

Ji gelek zanîngehan alim û zanyar beşdarî sempozyumê bûn ku ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî hejmarek zana li wir amade bûn.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin