Li Wanê çiyagerên Îtalî di bin aşûtê de man

.

Hat ragihandin ku 4 çiyagerên Îtalî li çiyayekî navçeya Payîzava ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kaşûn dikirin,  di bin aşûtê de mane. Li gor zanyariyan ew 4 çiyager ji aliyê hevalên xwe ve hatine rizgarkirin û lingê yek ji wan şikestiye.

Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ragihand ku Îro 30ê Adara 2022ê grûbeke geştiyarên biyanî ya Îtalî ku ji 12 kesan pêkdihat bi germbûna hewayê bi armanca kaşûnê çûne devereke çiyayî ya navçeya Payîzava ku metirsiya aşûtê li wî cihî hebû.

Bîlmez da zanîn ku di encama aşûtê de lingê yek ji çîyagerên Îtalî şikestiye û got “Navçe ciheke ku metirsiya aşûtê li ser heye. Vê grûbê li wir kaşûn dikir. Welatiyeke Îtalî ku kaşûn dikir, lingê xwe şikandiye. Me li ser agahdariyê helîkopter şand cihê bûyerê û ew ji cihê bûyerê veguhast nexweşxaneyê.”

Li gor zanyariyan piştî bûyerê hejmareke tîmên Rêveberiya Kareset û Rewşên Bilez (AFAD) û tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û çiyagera Îtalî ya bi navê Paola Favero ku temenê wê 61 sal in bi helîkopterê bo nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Wanê hatiye veguhastin.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN