Li Wanê artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû kir

.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê artêşa wan dest bi operasyoneke nû bi navê Eren Dorpêç-22 kirine.

Operasyonên artêşa Tirkiyê li navçe û parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam in.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Sêşembê 19ê Temûza 2022ê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Eren Dorpêç-22 (Wan-Kato)” bi beşdarbûna 45 tîmên ku ji 530 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û cerdevanan pêk tên destpê kiriye.

Operasyonên artêşa Tirkiyê zêdeyî heşt meh in bi navê “Eren” li navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê destpê kirine.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle