Li Wanê 2 jê sîxurên Îranê 8 kes hatin girtin

.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 2 jê sîxurên Îranê, 6 welatiyên Tirkiyê bi tevahî 8 kes bi îdiaya hewla revandina serbazekî Îranê yê kevin hatin girtin.

Li gor medya Tirkiyê, Îranê ji bo revandina serbazê Îranê yê kevin ê bi navê M.A. ku li Wanê dijî, 2 sîxur şandin Wanê. Her du sîxurên Îranî bo armanca revandina wî serbazî, bi budceya 30 hezar dolaran toreke ji 8 kesan pêk dihat ava kirin. 6 welatiyên Tirkiyê jî bo armanca revandina wî serbazê Îranî alîkariya sîxurên Îranê kirin.

Hêzên ewlehiyê û MÎTê di şopandina torê de tespît kirin ku, wan xwe gihande jina serbazê kevin û ji bo alîkariya wan bike 10 hezar dolar pêşniyar kirin, eger neke gefa zirar dayîna li malbata wê ya Îranê xwarin.

Piştî hat tespîtkirin îstixbarata Îranê, di 24ê Îlonê de ji bo revandina M.A. bi otombîlê 2 sixur şandin Wanê, MÎT û hêzên ewlekariyê li dijî tora hatiye avakirin operasyoneke hevbeş dan destpêkirin.

Hêzên ewlekariyê di 24ê Îlonê demjimêr 9ê êvarî, dema bi armanca revandinê dixwestin bikevin mala serbazê kevin M.A, sîxurê Îranê S.S. û welatiyê Tirkiyê M.E.A. desteser kirin. Di berdewambûna operasyonê de 6 welatiyên Tirkiyê jî ku alîkariya sîxurên Îranê kirin, hatin desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle