Li Wan û Şirnexê 20 kes hatin destserkirin

.

 Li parêzgehên Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê 20 kes bi hinceta “endamtiya PKKê” hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê parêzgariya Wanê ve hatiye belavkirin, hêzên ewlekariya Tirkiyê li parêzgehên Wan û Şirnexê bi hinceta “endamtî û alîkariya rêxisitina PKKê” operasyonek pêkanîn.

Di encama operasyonê de hêzên ewlekariyê avêtin ser çend malan û li Wan û Şirnexê bi giştî 20 kes desteserkirin.

Hat ragihandin ku kesên desteserkirî ji bo karûbarên îfadeyê bo  Rêveberiya Ewlekariyê hatine birin.

Di van demên dawî de hêzên ewlekariya Tirkiyê bi hincetên cuda ên wek endamtî û propagandeya rêxistina PKKê, li parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên xwe zêde kirine û piraniya kêsên ku di operasyonan de tên destserkirin, endam û alîgirên HDPê ne.

Ev di demekê de ye ku hêzên ewlekariya Tirkiyê îro 16ê Adara 2022ê li Amedê jî operasyonek pêkanîbûn û di encam de 22 jinên ku di nav wan de Hevseroka Şaredariya Sûrê ya berê Filiz Buluttekin û rêveberên  Komeleya Jinan a Ros hebûn destserkiribûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin