Li Urmiyê zêdetirî tonek madeyên hişbir hat girtin

.

Berpirsên parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku di du operasyonên cuda de li bajarên Urmiye û Makoyê dest bi ser 1060 kg madeyên hişbir de hatiye girtin.

Serokê Desthilata Dadê li parêzgeha Urmiyê, Nasir Etebatî ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê re ragihandiye, hêzên ewlehiyê yên Îranê roja Duşemê 27ê Adara 2023an di du operasyonan de li her du bajarên Mako û Urmiyê dest bi ser zêdetir ji tonek madeyên hişbir de girtine.

Nasir Etebatî diyar kir, di operasyona li Urmiyê de 650 kîlogram Morfîn û li Makoyê jî 410 kîlogram madeya hişbir a ji corê Şîşe dest bi ser de hat girtin.

Bi gotina wî rayedarê parêzgehê, di operasyonan de 5 kes li bajarê Urmiyê û 2 kes jî li Makoyê hatine desteserkirin û bo girtîgehê hatine veguhastin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye