Li Tirkiyê xerciyên pasaport, noter û vîzeyê %50 hatin zêdekirin

.

 Bi biryara Serokkomarê Tirkiyê xerciyên pasaport, noter  û vîzeyê %50 hat zêdekiirn û biryar di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Biryara Serokkomarê Tirkiyê ya derbarê %50 zêdekirina xerciyên girêdayî Yasaya Xerciyan ya hejmara 492 de roja Înê 7ê Temûza 2023an di Rojnameya Fermî de hat ragihandin.

Li gor biryara hatiye belavkirin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xerciyên girêdayî Yasaya Xerciyan ku pasaport, noter, vîze, destûra kar, ruxsatname, diploma û xerciyên çûnûhatinê li xwe digre %50 hatine zêdekirin.

Herwiha "xerciya belgeya şofêrtiyê" derveyî vê biryarê hatiye girtin û ew xercî nehatiye zêdekirin.

Herwiha li gor biryareke din ku heman rojê di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin Baca Nirxê Zêdekirî (KDV) %18 bo %20î hatiye zêdekirin. Ligel vê yekê Baca Nirxê Zêdekirî ku ji bo çend xizmet û tiştan dihat cîbicîkirin jî %8 bo %10an hatiye zêdekirin. Ev biryar dê 10ê Temûzê bê cîbicîkirin.

Xerciya telefonên ji derveyî Tirkiyê tên kirîn jî bi zêdekirina %228an  ji 6 hezar û 19 lîreyan derketiye 20 hezar lîreyê Tirkî ku dike nêzîka 770 dolarê Amerîkî.

Kurdistan Haberleri

Siyamend Haco: Şam ji bo diyalogê ne amade ye û Rêveberiya Xweser jî hevpariyê qebûl nake
Brîtanya: Piştî têkçûna DAIŞê li Iraqê pêwîstî bi Heşda Şeibî nemaye
Rêberê Durziyan spasiya Trump, Îsraîl û Rêveberiya Xweser kir
HSDyê hişyarî da: 'Êriş peymana bi Şamê re dixin metirsiyê'
Baroya Şirnexê: Me li hemberî birîna daran 8 hezar îmze kom kirine