Li Tirkiye û Sûriyê hejmara qurbaniyên Erdhejê 41 hezarî derbas kir

.

Li gorî amarên fermî, heta îro pêncşemê 35 hezar û 418 kesan li Tirkiyê û 5 hezar û 801 kesan li Sûriyê di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane.

Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê heta niha li çend deveran berdewam in û li deverên din jî hatine bidawîkirin.

Ev di demekê de ye, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres bangek awarte ji bo komkirina 400 milyon dolar ji bo alîkariya zirarmendên erdhejê li Sûriyê di heyama sê mehan de kiriye.

Guterres bang li hemû welatên endam kir ku “bê derengî” alîkariyan kom bikin, da ku alîkarîya nêzîkî pênc milyon Sûrî dikin ku pêwîstiya wan bi cih, alîkariyên bijîşkî û xwarinê heye.

Ji demjimêrên yekem ên erdhejê ve, Herêma Kurdistanê dest bi helmeteke mezin a alîkariya zirarmendên erdhejê kiriye û Hikûmeta Herêmê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çend karwanên alîkariyên xwarin, bijîşkî, ambûlans û tîmên bijîşkî dişîne Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê.

Di vê derbarê de jî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan spasî û pêzanîna xwe ji bo alîkariyên mirovî yên Herêma Kurdistanê û tîmên wê nîşan da, ku ji destpêkê ve bi hawar û alîkariya qurbaniya hat û xwe gihandine deverên ziyan dîtine û alîkarî pêşkêşî ziramendan kirin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye