Li Tirkiyê nirxê lîtreya benzînê 26 lîre derbas kir

.

Li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî nirxê sotemeniyê jî her ku diçe zêde dibe û îro nirxê lîtreyeke benzînê bi qasî 2 lîre 11 quruşan giran bû.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji îro 4ê Temûza 2023an û pê ve nirxê benzînê bi zêdebûna 2 lîre û 11 quruşan derket zêdeyî 26 lîreyan.

Piştî vê zêdebûnê, nirxê benzînê li Stenbolê 26 lîre û 19 quruş, li Enqerê 26 lîre 64 quruş û li Îzmirê jî dibe 26 lîre û 76 quruş.

Beriya hilbijartinên 14ê Gulanê, 1 dolarê Amerîkî bi 19.60 lîreyên Tirkî bû û berî gera duyem a hilbijartinê 28ê Gulanê jî derketibû 19.98 lîreyan, lê di 26ê Hezîranê de 1 dolarê Amerîkî 26 lîreyên Tirkî derbas kiribû.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ