Li Tirkiyê li ser bikaranîna maskeyan biryareke nû

.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand: "Êdî em ne mecbûr in li derve, li cihên vekirî maskeyan bi kar bînin."

 Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand: "Êdî em ne mecbûr  in li derve, li cihên vekirî maskeyan bi kar bînin."

Fahrettin Koca piştî civîna Lijneya Zanistî ya Vîrusa Koronayê daxuyanî da.

Koca derbarê bikaranîna maskeyan de ragihand: "Êdî em ne mecbûr in li derve, li cihên vekirî maske bi kar bînin.”

Herwiha eşkere kir: “Di serdema nû de êdî sepana koda HESê hat rakirin. Êdî li ti sazî û dezgehekê koda HESê neyê xwestin.”

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê got: “Eger li cihên girtî hewadarkirin bes be û pabendî rênimaya mesafeya civakî jî hebe, maske pêwîst nake."

Fahrettin Koca herwiha got: "Em maskeyan ji jiyana xwe dernaxin, wê bi me re bin û dema pêwîst bû emê bikar bînin. Dema em bi mezinên xwe re bin an jî li cem yên bi nexweşiyên kronîk bin, em dev ji maskeyê bernadin"

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle