Li Tirkiyê deynê welatiyan ê bankan %55 zêde bûye

.

 Li gor amarên Navenda Rîskê ya Yekîtiya Bankên Tirkiyê (TBB), li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê deynê welatiyan ê şexsî û krediyan bo bankan %55 zêde bûye.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, rewşa aborî roj bi roj xirab dibe û bandoreke nerênî li welatiyan dike. Hejmara kesên deyndar berdewam zêde dibin û ji ber deynê wan ê bankan bi milyonan kes di bin lêkolîna yasayî de ne.

Li gor amarên Navenda Rîskê ya Yekîtiya Bankên Tirkiyê (TBB), ji ber deynê xwe yê bankan nedane, di 5 mehên destpêkê yên 2022 de derbarê 403,000 kesan de lêkolîna yasayî hatiye destpêkirin.

Bi destpêkirina lêkolîna yasayî ya bi wan kesan re, hejmara kesên ku deyndariya wan bi bankan re heye bi giştî gihişte 4 milyon û 147 hezar û 977 kesan.

Herwiha li gor amarên TBBê, li Tirkiyê hejmara kesên deynê wan ê şexsî heye gehiştiye 36 milyon û 52 hezar kesan û ev jî sînorekî nû ye.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt