Li Tirkiyê cemxaneyan biryar da deynê elektrîkê nedin

.

Federasyona Komeleyên Elewî, biryar da deynê elektrîkê yên cemxaneyan nede.

Komeleyên Elewiyan dibêjin cemxane îbadetxane ne û pêwîst e dewlet wek çawa ji mizgeft û dêr û sînagogan pereyê elektrîkê wernagire, divê ji cemxaneyan jî wernegire.

Serokê Federasyona Komeleyên Elewî Celal Firat, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Me, wek pêkhateyên Federasyona Komeleyên Elewî biryar da ku fatûreyên elektrîkê nedin. Em ê roja Çarşemê bi kom serî li dadgehan bidin. Em welatîbûna wekhevî dixwazin. Kerem bikin werin elektrîka me qut bikin. Cemxane ne kargeh in, îbadetxane ne.”

Tirkiye demeke li ser statuya cemxaneyan kar dike. Bi fermana Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, şandên Wezareta Navxwe di meha Cotmeha 2021ê de li 58 bajaran serdana 1585 cemxaneyan kiribûn û raporek amade kiribûn. Daxwaza serekî ya elewiyan qebûlkirina statuya cemxaneyan e wek îbadetxane di destûra Tirkiyê de.

Dadgeha Ewropayê sala 2021an li ser serlêdana Weqfa Cem biryar dabû, cemxane îbadetxane ne û divê pereyên elektrîkê ji cemxaneyan neyê wergirtin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bihayê elektrîkê gelek hatiye zêdekirin û li çend bajaran welatî daketin kolanan û nerazîbûn nîşan dan.

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin