Li Tirkiyê bihayê sotemeniyê dîsa hat zêdekirin

.

 Li Tirkiyê piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî û pereyên biyanî, dîsan bihayê sotemeniyê hat zêdekirin û li bihayê lîtreya LPGê 29 quruş hat zêdekirin.

Piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî bi awayekî tund li hember pereyên biyanî di meheke dawî de çend caran bihayê sotemeniyê hat zêdekirin.

Sendîkaya Karsazên Enerjî, Petrol û Gazê (EPGIS) ragihand, ku bihayê lîtreya LPGê 29 quruş hat zêdekirin.

EPGISê li ser hesabê xwe yê fermî peyamek belav kir û got: "Ji 12ê Çileya 2022ê û pê ve bihayê lîtreya LPGê 29 quruş hat zêdekirin.”

Di demeke kurt de nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û pereyên biyanî bi awayekî tund daket û vê yekê li Tirkiyê rasterast bandor li bihayê kelûpel û pêwîstiyên sereke yên jiyanê kir û her diçe rojane bihayê wan tên zêde kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle