Li Tirkiyê bihayê genimê nan %25 hat zêdekirin

.

 Li Tirkiyê, Saziya Berhemên Axê bihayê genimê bo nan tê bikaranîn ji sedî 25 zêde kir.

Bihayê tonek genimê nan ku pêştir bo kargehên ard bi 2 hezar û 650 lîreyan (nêzîkî 195 dolar) bû, niha bo 3 hezar û 250 lîre (nêzîkî 245 dolar) hat zêdekirin.

Piştî zêdekirina bihayê genimê nan, tê çaverekirin kargehên semun û firin jî bihayên semun û nan zêde bikin. Saziya Berhemên Axê, demeke dirêj e ji bo ku rê li ber zêdekirina bihayê nan bigre, bi erzanî genim difrot bazarê.

Saziya Berhemên Axê, meha Kanûna 2021ê 686 hezar ton genim firot bazarê û ragihand ku dê meha Çileya 2022an milyonek û 220 hezar ton genim bifroşe bazarê. Saziya Berhemên Axê, herwiha ragihand ku dê meha Çileya 2022an bihayê ceh û garis jî zêde bike.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN