'Li Tirkiyê 20 milyon welatî nikarin deynê kartên xwe yên Krediyê bidin'

.

Federasyona Yekîtiya Serfkaran ya Tirkiyê ragihand ku li seranserê Tirkiyê 20 milyon welatî nikarin deynê karta xwe ya krediyê bidin û bê ku dema wê temam bibe xerciya wan sînorê derbas dike.

Federasyona Yekîtiya Serfkaran ya Tirkiyê raporta xwe ya bi navê “Di tûrikê me de çi heye?” ya meha Temûza 2022ê eşkere kir.

Li gor raportê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 33 serfkar nikarin bi temamî deynê karta xwe bidin û 20 milyon welatiyan jî deynên xwe paş xistine ku di 3 mehên dawî de hejmar zêdetir bûye . Herwiha 36 milyon kartên krediyê bê ku dema wan bi dawî bibe sînorê xerciyê derbas kirine.

Di raportê de amaje pê hatiye kirin ku niha 750 hezar serfkar di şopa yasayî de ne eger rewş bi vî awayî berdewam be dê bi milyonan kes li vê hejmarê zêde bibin.

Li gor amarên TUÎKê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enfilasyon di Temûza îsal de bi rêjeya %2.37 zêde bûye û enflasyona salane gihiştiye ji sedî  79.6an. Lê Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG)  dibêje enfilasyon di heman mehê de ji sedî 5.03 zêde bûye û gihiştiye ji sedî 176.04. Wate di navbera amarên herdû saziyan de ji sedî 96.44 ferq heye ku Tirkiye ji sala 1998ê ve yekem car rûbirûyî tabloyeke bi vî rengî ya enfilasyona zêde dibe.

Kurdistan Haberleri

"Em biryarên cezayên hefsê yên di derbarê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî de hatine birîn protesto dikin"
PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir
UNESCO: Li Îranê metirsî liser zimanên kurdî, azerî û tirkimanî heye
Îranê 6 Kurdên din jî îdam kirin
HEVPEYVÎN | Serokê ENKSê li ser êrîşan û rewşa dawî ya diyaloga 'Kurdî-Kurdî' ji PeyamaKurd re axivî