Li Til Temirê di topbaranê de ji heman malbatê 3 zarokan canê xwe ji dest dan

.

Li navçeya Til Temirê di encama topbarana artêşa Tirkiyê de ji heman malbatê 3 zarokan canê xwe ji dest dan.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve gundê Eyn El-Ebid ê gundewarê Til Temirê bi dijwarî topbaran kir. Di encamê de 2 zarokan canê xwe ji dest dan û 3 zarokên din jî yên heman malbatê birîndar bûn. Her sê birîndar ji bo dermankirinê bo nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê hatine şandin.

Navên herdu zarokên şehîd bûne wiha ne: Meryem Xidir Uwês 10 salî, Ihtîdal Uwês 9 salî û Ebdilezîz Uwês 8 salî ye. Herdu birîndar jî Ziyai û Zehra Xidir Uwês in.

Li gorî agahiyên ji navçeyê hatine wergirtin artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi çekên giran gund topbaran kirine.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê