Li Til Temirê di êrişa Tirkiyê de 5 sivîl birîndar bûn

.

Di topbarana Tirkiyê de li ser Til Temira Rojavayê Kurdistanê 5 sivîl birîndar bûn

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve û artêşa Tirkiyê gundê Şinan ê Aşûriyan û gundên Um El-Xêr û Dişêşa topbaran kirin.

Di encama wê topbaran û êrişa çekdar û artêşa Tirkiyê de 5 welatiyên gundê Um El-Xêr bi sivikî birîndar bûn.

Her wiha di encama topbaranê de gelek ziyan gihişt mal û milkên welatiyan.

Birîndar ji bo Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn ya Til Temirê hatin veguhestin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle