Li Swêdê Belgefîlma "Hesen Haco Axa"

.

Dawiya vê heftê li bajarê Uppsala ya Swêdê bi beşdariya hin kesayetên civata Kurdên Swêdê dokumenter fîlma bi navê ”Hesen Haco Axa” hat nasandin. Belgefilm li ser jiyan kesayetî û rola wî li Rojavayê Kurdistanê û li herêmê bi giştî bû. Bi kurtî be jî di destpêkê de qala Malbata Haco û Betê jî tê kirin.

Belgefilm ji aliyê Azad Berekat ve hatiye pêşniyarkirin û amadekirin û Derhênerê wê jî Alan Pêwend e. Belgefilm li 6 welatan hatiya tomarkirin û 21 kesayet di belgefilmê de beşdar bûne û di 9 mehan de temam bûye.

Di belgefilmê de tîmek berfireh xebat krine. Malbata  Haco bi dokumentan, bîranîn û serpêhatiyan alîkariya tîma belgefilmê kirine.  Di belgefilmê de hin dokumentên bi mijarê ve eleqedar ji arşîvên Ewropiyan wek fransa, Britanya wergertine. Di fîlm de gelek belge li ser xebata Hesen Haco Axa ya netewî hene. Gelek kes ji malbata Haco û neviyên Hesen Haco Axa di belgefilmê de beşdarin.

Ev belgegfilm li Almaya bi semîner hatiye lidarxistin li Swêdê jî bilî bajarê Uppsala li Sandviken û Stockholm ê jî dê were nîşandan. Gelek kesayet û rûsipiyên kurd mîna Omar Şexmûs, Reşo Zilan, Samî Namî, Lutfî Baksî,  Mûrad Ciwan, Firat Cewherî, Kurdo Baksî, Gurgînê Samî, beşdar bûn. Her weha ji PAK-Swêdê Seval Mert, Bekirê Herbî, Nimet Mumtaz Aydin û Roza Kurd jî beşdar bibûn. Gelek kes ji Malbata Hesen Haco Axa beşdarî danasîna belgefilmê bibûn.

Beriya fîlmê Azad Berakat qala fikir û amadekirina xebata pêkanîna fîlmê kir Piştî fîlm hat nîşandan jî, bi rêvebiriya Reşîd Betê, beşdaran şansê dîtin û nirxandina xwe li ser fîlmê bikin bi dest xistin.

Rûpela Nû /Stockholm

14.05.2022

Kurdistan Haberleri

Iraqê piştî 30 salan 2 baregeh li ser sînorê Tirkiyê ava kirin
Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin
Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (285)
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em AmedSporê Pîroz Dikin