Li Sûriyeyê çend kes bi şkenceyê hatin kuştin?

.

 SOHRê ragihand, piştî bidawîbûna lêgerîna li nav zîndan û girtîgehên rejîma Esed diyar bû ku 52 hezar û 222 kes bi şkenceyê hatine kuştin.

Li gorî zanyariyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji sedî 83yê qurbaniyan di navbera Gulana 2013an û Çiriya Pêşîna 2015an de ji aliyê kesên nêzîkî Îranê ve di bin şkenceyê mirine.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku heta niha termên 52 hezar û 778 qurbaniyan ne diyar in.

Dibe ku girtîgehên veşartî hebin û di nav gorên komî de bin ku heta niha nehatine vekirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) her wiha destnîşan kir ku heta niha çarenivîsa nêzîkî 100 hezar windayan nehatiye zanîn lê tê texmînkirin ku hatibin kuştin.

Li Sûriyeyê bi sedan gorên komî li gelek deveran hene ku li hêviya vekirinê ne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle