Li Sûriyê komên çekdar ên Durziyan hêzên xwe kirin yek

.

Hate ragihandin ku li gundewarê bakurê parêzgeha Siwêdayê hejmarek komên çekdar ên pêkhateya Durzî li hev kom bûn û biryar dan di bin sîwana Hikmet El-Hicrî de, kar bikin.

Li gorî zanyariyên medyayî, 28ê Sibatê hejmarek komên çekdar li nêzîkî bajarokê El-Bisênê li bakurê Siwêdayê kom bûn û ragihandin, armanca wan karê hevbeş a li gorî berjewendiya giştî ye.

Piştî wê civîne hate diyarkirin, ew di bin sîwana serokê ruhanî yê Durziyan Hikmet El-Hicrî de kar dikin, ji bo bicihkirina aramiyê li herêmê.

‘Em pêşwaziyê li daxuyaniyên Îsraîlê dikin’

Hêjayî bibîrxistinê ye, 24ê Sibatê jî endamê odeya operasyonên Siwêdayê Beha Cemal ragihandibû, hikûmeta Şamê heta niha ti tiştek û alîkariyeke xizmetguzariyê pêşkêşî pêkhateyên parêzgeha Siwêdayê nekiriye.

Cemal daye xuyakirin: ”Mafê Îsraîlê heye sînorê xwe biparêze û ez weke kesayetî pêşwaziyê li daxuyaniyên Îsraîlê yên derbarê Durziyan de dikim, mirovên me li Îsraîlê hene û girêdaneke olî ya bihêz di navbera me û wan de heye”.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê