Li Sûriyê goreke din a komî hate dîtin: 50 term tê de ne

.

Hate ragihandin ku li bajarê Îzrai yê girêdayî Dera ya Sûriyê, gorek komî hate dîtin ku tê texmînkirin zêdetirî 50 term tê de hene.

Li gorî nûçeya ajansa SANA ya Sûriyê, 5 cenaze tenê ji gorê hatine derxistin û ji ber rewşa nebaş a hewayê derxistina cenazeyên din asteng bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Çileya îsal jî li bajarê Senemên ê bakurê Derayê goreke komî hatibû dîtin.

16ê Kanûna 2024an li mezreya Kiwêtî ya derdora bajarê Îzrail ku di bin kontrola çekdarên Dîfa El Wetenî de bû goreke din a komî hatibû dîtin. Di gorê de jin û zarok jî di nav de 31 cenaze hatibûn derxistin.

Amerîka Haberleri

CENTCOM: Me 5 keştiyên petrolê yên Îranê teqandin
Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye