Li Sûdanê şerê artêşê û RSFê: 56 kuştî, 595 birîndar

.

Li Sûdan a rojhilatê Afrîkayê di şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) de 56 sivîlan canê xwe ji dest dane û 595 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Pizîşkan a Navendî ya Sûdanê, di şerê navbera artêş û çekdarên Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) yên li Xertûm a paytext û bajarên din de, 56 sivîlan canê xwe ji dest dane û leşker jî di nav de 595 kes birîndar bûne.

Komîteya Pizîşkan a Navendî ya Sûdanê di daxuyaniya xwe de anî ziman, “Em banga aqilê hevpar dikin û demildest rawestandina şer û pevçûnên ku sivîlên bêguneh, bêçek canê xwe tê de ji dest didin, derxistina kesên asê mane û vekirina korîdorên ewle ji bo alîkariya pêşîn ji bo birîndaran.”

Çi rû da?

Duh danê sibehê di navbera artêşa Sûdanê û Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) de li paytexta Sûdanê Xertûmê û bajarên cuda şerên çekdarî yên giran derketibûn.

Nakokiya di navbera artêşê û RSFê de li ser reforma ewlekariya leşkerî ye ku tê de beşdariya tam ya RSFê di artêşê de tê xwestin, nakokiya di navbera her du hêzan de veguherî şerekî giran.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle