Li Stockholmê ṣahiya pîrozbahiya 79 saliya Mahabadê

.

Swêd bi amadekariya PDK-Î Komîteya Swêd şahiyek ji bo 79 salîya salvegera Komara Kurdistanê  li paytexta Swêdê Stockholmê hat li darxistin.

Di şahiyê de, gelek nûnerên partiyên siyasî, dezgehên sivîl,  kesayetiyên navdar, parlamenterên swêdê û parlamenterên kurd beşdar bûn û axaftin kirin. Ciyê kêfxweşiyê bû ku gelek jin û ciwan bi cilûbergên xwe yên kurdî beşdarî ahengê bûn.

Heyeta PWK, him wek endamê hevkarî beşdarî ahengê bû û him jî li ser navê Komîta Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK-Swedê beṣdarî kir, peyama xwe pêşkêşî komîteya amedekar kir.

Wek tê zanîn Komara Mahabadê li Rojhilatê Kurdistanê bi serpereṣtiya pêşawa Qazî Mihemed di 22ê Çileya 1946an de hatiye avakirin û 11 mehan berdewam kiriye.

Stockholm/ Rûpela Nû

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle