Li Stenbolê panelek derbarê zimanê Kurdî de hat sazkirin

.

 Weqfa Lêkolînên Çanda Kurdan li Stenbolê paneleke bi sernavê, ‘Tevgera Perwerdeya Bi zimanê Dayîkê ya Civaka Kurdan û Daxwazên Wan’ lidarxist.

Piştî proseya hilbijartina dersên bijarde sazî û dezgehên kurdan berdewam in li ser rewşa zimên û pêşvebirina têkoşîna di vê mijarê de. Di heman çarçoveyê de Weqfa Lêkolînên Çanda Kurdan li Stenbolê paneleke bi sernavê, ‘Tevgera Perwerdeya Bi zimanê Dayîkê ya Civaka Kurdan û Daxwazên Wan’ lidarxist.

Di panêlê de Prof. Azîz Yagan li ser vê mijarê axaftinek kir û da zanîn ku kurd divê li qada sivîl pêngavên baştir biavêjin û hemû mafên xwe yên miletbûnê bikarbînin.

Yagan di derbarê proseya dersên bijarde de jî amaje pê kir ku xebateke baş hatiye meşandin û Rûdawê jî bi rûmala xwe ya taybet pêşengiya vê kiriye û spasiya Rûdawê kir.

Di panelê de hejmarek berpirs û serkirdeyên sazî û partiyên kurdan yên li Stenbolê jî amade bûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle