Li Stenbolê ji ber protestokirina êrişên Tirkiyê 73 kes hatin desteserkirin

.

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, polîsan êrîşî protestoyên dijî êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê kirin û 14 kes desteser kirin. Li tevahiya Stenbolê jî 73 kes hatin desteserkirin.

Li navçeyên Esenler, Beşiktaş, Bahçelievler, Esenyurt, Gaziosmanpaşa, Avcilar û Kartalê yên Stenbolê 21ê Mijdarê heta derengê şevê alîgirên HDPê bi bilindkrina dirûşmên “Ji şer re na, desthilat dibêje şer, gel dibêje Kobanî, bijî berxwedana Kobanî û Kobanî neket û nakeve” meşiyan û nerazîbûna xwe li dijî oparasyonên artêşa Tirkiyeyê yên dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê anîn ziman.

Li Esenyurtê jî xelk civiyan û xwestin daxuyaniyekê bidin, lê polîsan nehiştin daxuyanî bê dayîn û êrîşî xwepêşanderan kirin. Di encama aloziyan de polîsan 14 kes desteser kirin.

Herwiha hat ragihandin ku li tevahiya Stenbolê di xwepêşandanên dijî êrîş û operasyonên Tirkiyê de 73 kes hatine desteserkirin.

20ê Mijdarê, firokeyên şer F-16 ên artêşa Tirkiyê çendîn navçe li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê kirin armanc, di encam de li Rojavayê Kurdistanê 29 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt