Li navçeya Uskudarê yaStenbolê, kesekî nenas êrişî goristanekeErmenan a bi navê "Surp Garabet" kir ûzerer gihand 6 goran.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji bo girtinagumanbar an jî gumanbaran dest bilêpirsînê kir.
Li gorî agahiyên Weqfa Dêra SurpGarabetê, bûyer şeva 7 li ser 8ê Tîrmehêqewimiye û kesek di ser dîwêr re derbasîhundir bûye.
Serokê Weqfa Dêra Surp Garabetê ya liUskudarê Rafi Kirkorian li ser mijarêdaxuyaniyek da û got, "Neqşên xaçan ên liser kêlên 6 goran hatine şikandin."
Patrîkxaneya Ermenan a Tirkiyeyê bidaxuyaniyekê ev êriş şermezar kir ûragihand:
"Kesekî zerer gihandiye 6 goran. Ev êrişaqirêj yekser ji aliyê desteya birêvebir aweqfa dêrê ve ji hêzên ewlehiyê re hatragihandin ku êrişkar were girtin û weredarizandin."
Li gorî agahiyên Polîsê Stenbolê, heta nihaew kes an jî kesên ku ev kar kiriye nehatinegirtin.
Goristana Surp Garabetê ku bi wateya"Rêberê Pîroz" tê naskirin, dîroka wêvedigere sedsala 16an.
Gorên hinek kesayetên dînî yên XirîstiyanênErmen ên Bakurê Kurdistanê di wêgoristanê de ne.
Goristan û dêrên kevn ên kêmneteweyêndînî yên li Stenbolê û bajarên din ênTirkiyeyê, berê jî gelek caran rûbirûyî êrişênbi vî rengî yên xirabkirinê û nivîsandinadirûşmên nijadperest bûne.
Patrîkxaneya Ermenan û rêxistinên mafênmirovan her tim daxwaz dikin ku tedbîrênewlehiyê werin xurtkirin û parastina cihênpîroz ên kêmneteweyan were kirin.
Ev êriş bi taybetî ji aliyê kesên nijadperestve yan jî bi armanca dizîna kel û pelên dîrokîtên kirin.