Li Stenbolê êrîşa çekdarî li Komeleya Elewiyan hat kirin

.

 Li bajarê Îstenbolê li taxa Okmeydanı êrîşekî çekdarî ji bo ser Rêxistina Çand a Elewiyan ya Hubyar Sûltan pêkhat. Nehat zanîn bê kî an kîjan kes êrîş kirin. Êrîşa çekdarî vê sibê hat kirin.

Lêkolîna rêvebiriya asayîşa Îstenbolê li ser bûyerê dewam dike û li aliyê dinê Rêxistina Çand a Elewiyan ya Hûbyar Sûltan daxwuyaniyekî da. Rêxistin weha got:

“Li dukkanên cîranên me 11 gule ketine û 5 gule li avahiya rêxistinê ketine ku 3 ji wan li cama me ketine. Em dibînin li welatê me, bikaranîna darazê ji bo car din muxalefetê dizayn bikin tê bikaranîn. Em îro car din bi bûyerekî ku hinek dixwazin bi çetewarî encamê bidin bûyeran, rû bi rû man.

Avahiya ku rêxistina me tê de ye, berdestê vê sibê êrîşekî çekdarî birin ser. Piştî lêkolîna asayîşê, li gor agahiyên zelal em ê daxwuyaniya xwe bidin. Her kî vê êrîşê kiribe, em dixwazin di wextekî zûde bê desteserkirin.”

Kurdistan Haberleri

Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in
Lêkolîn - Xizaniya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye