Li Stenbolê du çalakî bo şêwekar û helbestvanên Başûrê Kurdistanê tên kirin

.

 Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi hevkariya Kurdistan Chronicle û Weşanxaneya Avestayê di 16 û 17ê Hezîrana 2023an de du çalakiyên çandî yên cuda (pêşangeheke tabloyan û şebêrkeke helbestê) dike.

Li Stenbolê ji bo helbestvanên Herêma Kurdistanê Qubadî Celîzade, Kejal Ehmed û Mueyad Teyîb şevbêrkeke helbestê tê lidarxistin û pêşangeheke tabloyên ya şêwekarê Başûrê Kurdistanê Rostem Axala tê vekirin

Di pêşangehê de dê çend tabloyên şêwekar Rostem Axala ku karesat û trajediyên gelê Kurd û navçeyên xweş ên Kurdistanê werin pêşandan. Pêşangeh belgefîlmek li ser trajediyên kurdî ye, pêşangeh li ser trajediyên Kurdî ye.

Rostem Axala ji K24ê re got: “Cihê kêfxweşiyê ye ku Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Kurdistan Chronicle û Weşanxaneya Avêsta deriyên xwe ji bo hunera min vekirine. Ciwanî û êşa welatên min, çavkaniya tabloyên min in. Ez dikarim tabloyên xwe li vî bajarî li pêşberî bi dehan hunermend û rewşenbîrên mezin ên vî welatî nîşan bidim.”

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ