Li Siweydayê xwepêşanderek hate kuştin

.

Li bajarê Siweyda yê li başûrê Sûriyê, di encama xwepêşandanên li dijî hikûmeta Sûriyê de, kesek hat kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Îro Yekşemê bi dehan welatî li bajarê Siweydayê, ji ber xirapiya rewşa aborî û nebûna xizmetguzariyan, nerazîbûna xwe nîşan dan û êrîşî avahiya Parêzgariyê û hejmarek dezgehên din ên hikumî li bajêr kirin û silogan li dijî rêjîmê bilind kirin.

Rewamgeha Sûrî ya Mafê Mirovan di vê derbarê de belav kir, hêzên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyê destêwerdan kirin û hewla belavkirina xwepêşanderan da û di encamê de xwepêşanderek hat kuştin û 7 xwepêşander jî birîndar bûn.

Piştî belavbûna nûçeya kuştinê, Xwepêşanderan lastîk şewitandin û rêya Şam-Siweydayê girtin.

Her wiha hejmarek ji xwepêşanderan bi keviran êrişî avahiya hikûmetê kirin, wêneyê Serokê Sûriyê Beşar Esed ên bi dîwaran ve çirandin û daxwaza hilweşandina rejîmê kirin.

Parêzgeha Siweyda ku piraniya xelkê wê ji pêkhateya Durzî ne, hebûna hikûmeta Sûriyê bi rêya dezgehên fermî û navendên ewlehiyê lê heye, lê artêş li derdora wê belav bûye. Li vê parêzgehê car caran xwepêşandanên bi vî rengî tên kirin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?