Li Siûdîyê di bûyerekî hatûçûnê de 35 kes mirin

Li bajarê Medîne yê li rojavayê Erebistana Siûdîyê ji ber otobûsa rêwîyan li gel wesayîta kar li hev dan, 35 kesan jîyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

 

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Medîne yê li rojavayê Erebistana Siûdîyê ji ber otobûsa rêwîyan li gel wesayîta kar li hev dan, 35 kesan jîyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor ajansa Siûdîyê ya SPA, otobûsa ku 39 kesên ji welatên Asya û Ereb pêkdihat û ji bo umrê hatine Siûdiyê, li gel wesayîta kar li hev dan.

Hat ragehandin di otobûsê de ji 39 rêwiyan 35 kesan jîyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpê kirin.

 

Afrîka Haberleri

Trump: Pêwendiyeke me ya pir baş bi Îranê re heye
Endamên YNKê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de li dijî biryara partiya xwe derketin
Wezareta Çandiniyê: Bexda bi wekhev li cotkarên Kurdistan û Iraqê nanêre
Parêzgarê Kerkûkê tê guhertin
Berdevkê Serokatiya Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser namîne