Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû

.

 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3’yemîn a Amedê li kargehekê teqînek çêbû û 5 kes jê giran 10 kes birîndar bûne. 

Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3’yemîn a Amedê ya li ser rêya Rihayê li kargeha Doguş Torna teqînek dijwar rû da. Hat zanîn ku teqîn ji ber tûpê oksîjenê pêk hatiye. Ji ber dijwariya teqînê li kargehê û li derdora kargehê 5 kes jê giran 10 kes birîndar bûne. 

Ekîbên Ambulans û AFAD'ê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran ji nav kavilên dikanê rakirin nexweşxaneyên li bajêr. 

Ji ber teqînê kargeh û wesayîtên li dar derdorê jî xesarek mezin dîtin. Piştî teqînê li dikanê lêkolîn û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. 

Walîtiya Amedê derbarê bûyerê ango teqînê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand ku teqîn ji ber tûpê li kargehê pêk hatiye û 5 kes jê giran 10 kes birîndar bûne û rakirine nexweşxanayan.  

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN