Li Şirnexê wesayîta zirxî ya leşkerî li zarokekî qelibî

.

Li parêzgeha Şirnexê wesayîteke zirxî ya leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li zarokekî 12 salî da.

Di bûyerê de zarokê 12 salî ji serê xwe derb xwar û li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Li navenda bajarê Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê roja çarşemê, wesayîteke zirxî ya leşkerî li zarokekî 12 salî yê bi navê Tajdîn Adal dabû.

Adal di bûyerê de ji serê xwe derb xwaribû û bi giranî birîndar bûbû.

Tajdîn Adal veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê lê li gorî zanyariyan roja pêncşemê rewşa wî xirab bûye.

Piştî ku rewşa wî xirab dibe malbatê ew biriye nexweşxaneyeke taybet a Êlihê.

Li gorî zanyariyên Ajansa Mezopotamyayê bijîşkan ragihand ku Tajdîn Adal piştî bûyerê travmaya serî derbas kiriye.

Ew niha li nexweşxaneyeke Êlihê di bin çavdêriya hûr de ye û rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe.

Li Bakurê Kurdistanê 18 jê zarok derdora 50 kesî canê xwe ji dest daye

Li aliyê din, Parêzgariya Şirnexê heta niha li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Li gorî raporeke Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji sala 2018an heta 6 mehên destpêka 2021an li Bakurê Kurdistanê 18 jê zarok derdora 50 kesî di bûyerên lêdana wesayîtên leşkerî de canê xwe ji dest daye.

Herwiha 21 jê jin û zarok derdora 60 kesî jî di heman bûyeran de birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: Mafê Êzidiyan e ku li cihên wan aramî hebe
Amerîkayê ji bo bêçekkirina Heşdî Şebî 3 hefte dem da Iraqê
Nêçîrvan Barzanî: Divê Enfal û tawanên berê bibin wane
Mîrê Kurdên Êzidî: Bila pêşniyar bibin gavên berbiçav
Jan Îlhan Kizilhan: Komkujiya Êzidiyan bi bêdengî berdewam dike