Li Şirnexê ji herêma operasyonê 7 cenaze birine nexweşxaneyê

.

Li Şirnexê piştî operasyona leşkeri, şer û pevçûn qewimîn û di dema vî şerî de 7 cenaze birine nexweşxaneyê. Li gorî zanyariyan ew cenaze, yên PKKiyan e.

Operasyonên leşkerî yên li çoltarên navçeya Elkê, Qileban û navenda Şirnexê berdewam dikin. Di dema van operasyonan de di navbera endamên PKK û leşker û cerdevanan de şerekî dijwar diqewime.

11 herêmên navçeya Qilebanê yên di 27ê Tîrmehê de çûn û hatina wir hatibû qedexekirin, bênavber tên bombebarankirin. 

Li gorî nûçeya MAyê, cenazeyên 7 kesên di demên cuda de can dane, birine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li gorî heman nûçeyê, ew cenaze yên PKKiyan e û di demên cuda de can dane.

Herwiha hat ragihandin ku li herêmên operasyon lê didome şewat derketiye. Hat zanîn ku şewata li hin deveran hêj didome.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ