Li Şirnex a Bakurê Kurdistanê rêjeyeke zêde ya neftê hate dîtin

.

 Li parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê rêjeyeke zêde ya neftê hate dîtin û li gorî zanyariyên Rûdawê, rojane nêzîkî 5 hezar bermîl neft li Şirnexê tê derxistin û ji bo parzûnkirinê ji parêzgeha Êlih a Bakurê Kurdistanê re tê şandin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, di van mehên dawî de li parêzgeha Şirnexê hewleke zêde ya lêgerîna neftê hebûye û di encamê de rêjeyeke zêde ya neftê hatiye dîtin.

Tê çaverêkirin ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di rojên pêş de nefta ku li Şirnex a Bakurê Kurdistanê hatiye dîtin bi fermî eşkere bike.

Hat diyarkirin ku ew rêjeya zêde ya neftê li ser rêya Çiyayê Gabarê li gundê Akçayê yê li nêzîkî Çiyayê Cûdî hatiye dîtin.

Li gorî medyaya Tirkiyê ku ji endezyarên projeyê bi dest xistine, bi qasî du caran zêdetir ji rezervên neftê yên niha yên Tirkiyê li wê deverê neft hatiye dîtin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, rojane nêzîkî 5 hezar bermîl neft ji bîra neftê ya Qesrikê ya parêzgeha Şirnexê tê derxistin û ji bo parzûnkirinê ji Êlihê re tê şandin.

Her li gorî agahiyên Rûdawê, ev çend meh in hewleke zêde lêgerîna neftê li Şirnex û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû